Li Afganîstanê êrîseke xwekujî: 8 kes hatin kustin!

04 June 2018 13:26 0 dîtin
Li Afganîstanê êrîseke xwekujî: 8 kes hatin kustin!

PeyamaKurd- Li paytexta Afganîstanê, li Kabîlê li dijî komeke aliman êrîşeke xwekujî çêbû. Di encama vê êrîşê de 8 kes hatin kuştin.

Li paytexta Afganîstanê, li Kabîlê Konseya Aliman li dijî terorê ji bo aşîtiyê civînek li dar xistin. Di dema civînê de êrîşkarekî xwekuj bombeyên li ser xwe teqandin. Di encama êrîşê de 8 kes hatin kuştin. Erkdarên Hikûmetê gotin ku em ditirsin ku hijmara kuştiyan zêdetir bibe.

Li gorî agahiyan, Komîsyona Aliman berî vê civînê, fetwayek dabûn ku di dînê Islamê de xwekuştin heram e.