Li Afganîstanê êrîseke giran: 9 kes hatin kustin!

30 May 2018 15:01 0 dîtin
Li Afganîstanê êrîseke giran: 9 kes hatin kustin!

PeyamaKurd- Li eyaleta Lagorê ya Afganîstanê çekdarên Talîbanê bi ser navendeke polîsan de girtin. Di encama êrîşî de 6 jê polîs, tevde 9 kes hatin kuştin.

Berdevkê Rêvebiriya Ewlehiyê yê Eyaleta Lagorê Şahpur Ahmedzey di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got: “Trempêleke bombebarkirî li devê navenda polîsan ya bajarê Pul Alem hate teqandin. 3 çekdar jî di navenda polîsan de şerê çekdarî kirin.

Ahmedzey got ku her sê çekdar hatin kuştin û di encamê de 6 polîsan jî jiyana xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê, Talîbanê ev êrîş girte ser xwe.