Hema | Di êrîseke çekdarî de 10 elewî hatin kustin
PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) şeva duh çekdaran li parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê gule li welatiyên elewî reşandin û herî kêm 10 kes kuştin.
SOHRê ragihand: “Çekdaran li gundê Arzayê yê welatiyên elewî yê bakurê Hemayê bi çekên bêdeng komkujî pêk anîn û di encamê de 10 welatî hatin kuştin.”
Her weha hate ragihandin ku hinek alîgirên rejîma Esed a têkçûyî, li nêzîkî bajarokê Muxtariyê yê li ser riya Heleb-Laziqiyê kemîn danîn û di wê êrîşê de jî 2 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
SOHRê tekez nekir bê ka êrîşa li Hemayê ji aliyê kîjan koma çekdar ve hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin