2 ji wan polîs 3 kes di êrîseke çekdarî de hatin kustin

25 May 2023 18:31 0 dîtin
2 ji wan polîs 3 kes di êrîseke çekdarî de hatin kustin

PeyamaKurd – Li welatê Japonya herêma Nagano di encama êrîşeke çekdarî de 2 ji wan polîs 3 kes hatin kuştin.

Li gorî ragihandina medya japonî, êrîş li herêma Nagano ya naverasta Japonyayê rû daye û kesekî bi çek û êrîş ser hejmarek efserên polîs kiriye.

Hat ragihandin ku di êrîşê de du polîs û kesekî din hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku polîsan li nav avahiyekê ciwanek bi tohmeta wê êrîşê desteser kiriye ku lêpirsîna wî dewam dike.

Japonya welatekî aram e û zêde bûyerên bi vî rengî rû nadin. Di 2018an de li Japonyaya ku nifûsa wê 125 milyon kes bû, tenê 9 bûyerên kuştina bi çekan hatine tomarkirin.