Di êrîseke çekdarî de 3 endamên Esîra Semer hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nêzîkî bajarokê Til Koçer yê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, di encama êrîşeke çekdarî de 3 çekdarên eşîra Şemer a Hêza Senadîd hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, îro 26ê Hezîranê 2 kesan motorsikletê li nêzîkî gundê Elî Axe yê navçeya Til Koçer ê Rojavayê Kurditanê teqe li otomobêleke hêzên Senadîd kirin.
Hat zanîn ku di encama êrîşê de 3 çekdarên Senadîd hatine kuştin û 5ê din jî birîndar bûn û birîndar ji bo nexweşxaneyên Girkê Legê û Dêrikê hatine veguhestin.
Piştî bûyerê hat ragihandin ku Hêzên Asayişê dest bi lêkolînê kirine û heta niha ti aliyekî berpirsiya xwe ya wê êrîşê eşkere nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin