Li stesyona metroyê ya Brukselê êrîseke çekdarî pêk hat
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro serê sibehê li stesyona metroyê ya Bruksela paytextê Belçîkayê êrîşeke çekdarî pêk hat.
Ji dîmenên kamereyên mobeseyê diyar dibin ku 2 kesên ku keleşnîkof di destên wan de hene, êrîşeke çekdarî li stesyona metroyê ya Bruksela paytextê Belçîkayê pêk anîne.
Berdevka polîsên Brukselê Sarah Frederickxê got ku gumanbar reviyane rawestgeha metroyê û dibe ku hîn jî di tunelên metroyê de bin.
Berdevkê diyar kir ku di encama gulebaranê de tu ziyanên canî çênebûne. Hem polîsên herêmî û hem jî polîsên rêyên hesinî yên federal bi dû şopa wan de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin