Rêveberê HEDEPê di êrîseke çekdarî de hate kustin
PeyamaKurd – Wesayîta Rêveberê ‘HEDEP - Dem Partî’ yê bajarokê Sêgirkê yê Qileban a Şirnexê Ahmet Gun îro 11ê Kanûnê hate gulebarankirin.
Hate ragihandin ku Ahmet Gun di encama êrîşê de, li cihê xwe can da û kurê wî jî birîndar bû.
Li gorî zanyariyan, Ahmet Gun tevî zarokên xwe çûbû komkirina êzingan û di wê navê de jî wesayîta wan rastî êrîşê hatiye ku hîn nasnameya êrîşkar/an nehatiye diyarkirin.
Termê Ahmet Gun ji bo otopsiyê bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatiye veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin