Rêveberê Fakulteya Yasa yê Zankoya Selahedîn rastî êrîseke çekdarî hat
PeyamaKurd – Rêveberê Fakulteya Yasa yê Zankoya Selahedîn rastî êrîşeke çekdarî hat û di encamê de can da.
Li gor zanyariyan, Rêveberê Fakulteya Yasa yê Zankoya Selahedîn ya Hewlêrê Dr. Kawan Îsmaîl rastî êrîşa çekdarî hat û birîndar bû û piştî ew rakirin nexweşxaneyê can da.
Hat eşkerekirin ku ew kesê teqe li Dr. Kawan kiriye, pêştir ji zanîngeha Soranê hatibû derkirin û wî hewl da ku razemendiya veguhastinê ji bo fakulteya Yasa a Zanîngeha Selahedîn bistîne, lê belê wî kar li gor rênimayan nekiribû, ji ber wê jî çend caran gef li Diktor Kawan xwaribû.
Hat zanîn, di êrîşê de ji bilî Rêveberê Fakulteya Yasa, pasewanek jî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin