Li zankoya Selahedîn a Hewlêrê du fakulteyên nû vedibin

06 January 2022 13:13 0 dîtin
Li zankoya Selahedîn a Hewlêrê du fakulteyên nû vedibin

PeyamaKurd – Li zankoya Selahedîn a Hewlêrê, biryar hat dayîn ku du fakulteyên nû bên vekirin.

Li gor Serokê Zankoya Selahedîn a Hewlêrê Cewher Fetah Seîd diyar kiriye, wan biryar dane, du fakulteyên nû li zankoya Selahedîn vekin.

Cewher Fetah Seîd eşkere kir, yek ji wan kolêjan kolêja arkeolojiyê ye û ya din jî kolêja bêtariyê ye.

Serokê Zankoya Selahedîn daye zanîn, kolêja arkeolojiyê dibe yekemîn kolêj ku li Herêma Kurdistanê di warê şûnwarnasiyê de tê vekirin.

Bi gotina Serokê Zankoya Selahedîn, kabîneya nehem ya Hikûmeta Kurdistanê, girîngiyê dide xwendina bilind û dixwaze derfetên kar ji bo gêncan çêbike.

Zankoya Selahedîn a Hewlêrê sala 1981 hatiye avakirin. Ji 15 kolêjan pêk hatiye û bi vekirina wan kolêjên nû hejmara kolêjên wê dibin 17.

Ji sala 2007 ve jî zankoya nojdariya Hewlêrê û zankoya Soran jê cuda bûne û bûne du zankoyên serbixwe.