Parkên Hewlêrê vedibin: Bê maske û lepik welatî nikarin biçin

12 July 2020 15:12 0 dîtin
Parkên Hewlêrê vedibin: Bê maske û lepik welatî nikarin biçin

PeyamaKurd - Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ragihand, parkên Hewlêrê bi şertê ku şîretên tenduristiyê yên bo koronayê bên bicihanîn, tên vekirin. Li gorî biryarê hemwelatî bê maske û lepik nabe biçin parkan.

Park û cihên giştî yên bajarê Hewlêrê û bajarên din yên Herêma Kurdistanê ji ber vîrsusa Koronayê ev demek e dirêj e girtî bûn.

Serokatiya şaredariya Hewlêrê îro bi daxuyaniyekê ragihand, wan biryar daye dergehên parkan ji welatiyan re vekin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, lê divê welatî şîretên tenduristiyê bicih bînin û lepik û maskan bikar bînin.

Serokatiya şaredariya Hewlêrê da xuyakirin, parkên bajêr ji saet 08:00 heta 23:00 wê vekirî bin.