Li Hewlêrê kargeheke maskeyan vedibe: Dê Mehane10 milyon maske bên çêkirin
PeyamaKurd – Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, ji bo rê li ber şewba koronayê were girtin kargeha maskeyan vedibe û kargeh dê mehane 10 milyon maskeyan çêke.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, bi pêşengiya kompaniyeke navdewletî, ji bo pêwîstiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, di nava çend rojan de li Hewlêrê kargeheke maskeyan vedibe û ev kargeh dê bersivê bide daxwazên zêde yên di vê barê de.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hatiye gotin ku li kargehê dê mehane milyonek maske were hilberandin. Herwiha dê kelupelên din ên tendirsutiyê jî l iwê kargehê bêne hilberîn.
Di daxuyaniyê de herwiha tê destnîşankirin ku maskeyên ku bêne hilberîn dê di asteke baş û standardên cîhanê de bin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku, li goî daneyên fermî yên Wezareta Tendirustiya Iraqê, 56 kesan ji ber koronayê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin