Mesrûr Barzanî li Hewlêrê kevirê bingehîn ê kargeheke mezin a çîmento danî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 22ê Hezîranê bi merasîmekê li paytext Hewlêrê kevirê bingehîn ê kargeha Kompanyaya Çîmento ya Dabîn danî.
Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkeş kir û got, ev kargeha çîmentoyê dibe yek ji kargehên herî girîng ên Herêma Kurdistanê û dê roleke wê ya berçav di pêşxistina proseya avakirin û avadankirina Kurdistanê de hebe.
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ew hêvî dike ev projeya kompanyaya Dabin û Power China di demeke diyarkirî de wek ku soz hatiye dayîn bi kalîte bidawî bibe û di avakirina wê de ewlehiya karkeran û parastina jîngehê li ber çavan bê girtin.
Mesrûr Barzanî got: “Di qonaxa avakirina kargehê û destbikarbûna wê de, bi sedan derfetên kar dê çêbibin, ku divê %75 ê derfetên kar di her proje û pîşeyekê de, ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê be û rahênanê bi karker û endezyarên Kurd bê kirin, da ku di vî warî de şarezayiya xwe bipêş bixin. Herwiha em hêvî dikin ku di avakirina vê kargehê de pirsgirêkên jîngehparêzî, germbûna global û sînordarkirina belavbûna gazê heta ku ji destê me tê, li ber çav were girtin.”
Hêjayî gotinê ye ev kargeha çîmentoyê 45 kîlometran li bakurê Hewlêrê tê avakirin û dê bibe navenda herî nûjen a berhemanîna çîmentoyê li Herêma Kurdistanê.
Kargeh li ser rûberek ji 43 hektar erd tê avakirin û karîna wê ya berhemanînê ya rojane zêdetirî 6 hezar ton çîmento û salê du milyon ton çîmento wê hebe.
Kevirê ku çîmento jê tê hilberandin, ku wekî kevirê kilsî (limestone) tê zanîn, cihê wê jî bi qasî kîlometreyek dûrî kargehê ye bi qasî 150 mîlyon ton yedeka wî kevirî heye, ku piştrast dike ev kargeh bikare 50 salan kar bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin