Hewlêr | Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê santrala herî mezin a enerjiya rojê danî
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 18ê Gulanê li Hewlêrê kevirê bingehîn ê santrala hilberîna elektrîkê ya herî mezin a enerjiya rojê danî.
Serokwezîr Barzanî dema merasîma danîna kevirê bingehîn ê santralê got, “Dê ev proje bibe santrala herî mezin a enerjiya rojê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara merasîma vekirina projeyê de ragihand, “Kêfxweş im ku îro em kevirê binyadê yê yekem westgeha rojê li Hewlêrê datînin ku şiyana wê heye ku di demjimêrekê de 25 MW elektrîkê berhem bîne. Hêvîdar im ev bibe destpêkek ji bo pêkanîna gelek projeyên bi vî rengî li hemû bajarên Kurdistanê. Divê em girîngiyeke mezin bidin bikaranîna enerjiya paqij, jîngehparêz û alternatîf.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Me piştevaniya Wezareta Elektrîkê kiriye, ji bo çaksaziya vê sektorê de bikin, ta ku bikarin bi awayekî baştir û hêjatir xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê bikin. Sektora elektrîkê pêwîstî bi geşepêdana zêdetir heye bo baştir xizmetkirina welatiyan. Di vî warî de, pêwîst e Wezareta Elektrîkê bi alîkariya sektora taybet hemû hewlên xwe bide û pilan û amadekariyên pêwîst bike, ji bo dabînkirina elektrîkê ya berdewam di paşerojê de ji bo welatiyan.”
Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Derfetên me yên mezin hene ku elektrîkê ji niha gelek baştir bikin, da ku zêdetir xizmeta welatiyan bike, lê belê di heman demê de divê welatiyên me jî alîkariya xwe û hikûmetê bikin, ew jî bi rêya rêgiriya li îsrafa elektrîkê û kêmkirina zêdebikaranîna elektrîkê û dayîna fatûrayên elektrîkê bi rêkûpêk û berdewam, da ku hikûmet bikare bi beşeke mezin ji xercên xwe yên berhemanîna elektrîkê dabîn bike.”
Kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema temenê xwe de gelek pêngavên mezin ji bo parastina jîngehê û kêmkirina bandorên xirab ên enerjiyê bi şewatê ya santralên hilberîna elektrîkê helgirtiye.
Santrala enerjiya rojê ya li gundê Minare yê Hewlêrê tê çêkirin, dê 25 megawat elektrîkê hilberîne û hejmareke zêde panelan li xwe digre. Proje bi 100 milyon dolaran tê çêkirin û rûbera wê jî 590 donim erd e û wê di nav salekê de bê temam kirin.
Ev santral jîngedost e û ew elektrîka ku berhem jî bîne bi tora elektrîka giştî ve, wê bê girêdan.
Niha ji sedî 20 heta 30 hilberîna elektrîka Herêma Kurdistanê bi enerjîya rojê ye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze vê rêjeyê hîn bilindtir bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin