Mesrûr Barzanî li Helebceyê kevirê bingehîn ê sayloya bajêr datîne

30 June 2024 09:18 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li Helebceyê kevirê bingehîn ê sayloya bajêr datîne

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 30yê Hezîranê li bajarê Helebceyê kevirê bingehîn ê sayloya bajêr datîne.

Sayloya Helebceyê bi bihayê 27 milyar û 500 hezar dînar, li ser rûbera 52 donim erd tê avakirin, ji 10 embarên depokirina genim pêk tê û ku şiyana wê ya embarkirina 40 hezar ton genim heye.

Hêjayî gotinê ye, di çarçoveya girîngîpêdana pêşxistina sektorên çandiniyê de, kabîneya nehem ji bilî bazirganiya berhemên cotkaran li navxwe û derveyî welat, girîngiyeke mezin dide avakirina sayloyan li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê ku ev yek wek prensîpeke sereke ye ji bo xurtkirina ewlehiya çandinî û aboriyê.