Li ser nivîsandina Destûra Kurdistanê konferansek li Zankoya Selahedîn tê lidarxistin
PeyamaKurd – Li navenda rewşenbîrî ya Zankoya Selahedîn a Hewlêrê, merasîmek ji bo pirtûka “Le Pênaw Destûrêkî Medenî bo Herêma Kurdistanê” (Destûreka Sivîl ji bo Herêma Kurdistdanê) tê lidarxistin û tê de qala çawaniya nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê jî tê kirin.
Pirtûk ji aliyê zankoya Selahedîn ve hatiye çapkirin û tê de qala çawaniya nivîsandina Destûreka sivîl hatiye kirin.
Piştî nasandina wê pirtûkê, berpirs û nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dicivin û qala wê yekê dikin ku Herêma Kurdistanê çawa dikare bibe xwedan Destûreka sivîl û serbixwe.
Herwiha di civînê de nûnerên PDK, YNK, Gorran, Komel, Yekgirtû û çendîn partiyên din beşdar dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin