PDK û YNKê li ser pêwîstiya nivîsandina Destûra Kurdistanê li hev kir
PeyamaKurd – Piştî civîna navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyeke hevbeş hate belavkirin.
Di daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê de hat gotin, “Herdu aliyan li ser pêwîstiya nivîsandina Destûra nû ya Herêma Kurdistanê li hev kir. Ji bo vê mebestê jî divê amadekariyên yasayî dest pê bikin.”
Herwiha hat diyarkirin ku pêwîste ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî parlamento û komîsyona hilbijartinan zêdetir danûstandinên bo lihevkirinê ligel aliyên din ên siyasî bikin.
Herdu partiyan di daxuyaniyê de ragihandin ku wan biryara berdewamkirina civînên bo amadekarina reşnivîsa destûrê û hilbijartinan daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin