Fraksiyona PDKê: Tista sereke ya vê demsalê nivîsandina Destûra Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Berdevkê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Pêşewa Hewramanî eşkere kir, wan hejmarek proje û pêşniyar amade kirine û îro wê eşkere bikin. Hewremanî got, beşa sereke ya bernameya vê demsalê pêngavên ji bo nivîsandina destûrê ne û wan bingeha wê ava kiriye.
Pêşewa Hewramanî da zanîn: “Fraksiyona me vê mehê xwe amade kiriye û pêngavên baş jî hene li gel hikûmetê û hejmarek projeyasayên girîng hene ku dema pêşkeşkirina gotara serokê fraksiyonê de wê bên eşkere kirin.”
Li ser mijara pêngavên nivîsandina destûrê Hewramanî diyar kir: “Fraksiyona me hemû hewlna wê bide ku vê demsala parlamentoyê pêngavên nivîsandina destûrê destpê bikin û bingeheke baş wê ji bo wê bê ava kirin. Em dixwazin hemû aliyên siyasî bi pêkhateyan ve beşdar bin, ti kesek neyê piştguh kirin û destûr divê ji bo berjewendiya hemû aliyan be.”
Hewremanî teqez kir: “Em dixwazin lez bê kirin, lê em naxwazin hilbijartin û milmilaneyên siyasî bandorê li ser proseyê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin