Serok Barzanî bi Fraksiyona PDKê re dicive
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro di derbarê geşedanên herî dawî yên Iraqê de, bi Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re dicive.
Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî diyar kir: “Biryar e îro beriya nîvro Serok Barzanî ligel Fraksiyona PDKê bicive.”
Hat raihandin ku di civînê de li ser helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmetê, gotûbêj were kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin