Bi serperistiya Serok Barzanî Polîtburoya PDKê îro dicive

08 June 2023 12:30 0 dîtin
Bi serperistiya Serok Barzanî Polîtburoya PDKê îro dicive

PeyamaKurd Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro bi serperiştiya Serok Barzanî li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê dicive.

Jêderekî ji Polîtburoya PDKê diyar kiriye, Polîtburoya PDKê îro li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi serperiştiya Serok Barzanî dicive.

Ev civîn di demekê de ye ku biryar e îro Parlementoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeyasaya budçeyê Iraqê bicive.

Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ku Kurd beşeke girîng a wê hevpeymaniyê ye, di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de do biryar da ku beşdarî parlamentoyê bibe û projeyasaya budçeyê pesend bike.

Herwiha Hevpeymaniya Çarçoveya Hevrêziyê biryar da, ew ê beşdarî civîna parlamentoyê bibe û deng li ser 67 xalên projeyasaya budçeya federalî bide.

Beriya wê jî PDKê ragihandibû, eger guhertinên madeyên 13 û 14 ên projeyasaya budçeyê ji aliyê Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê ve bê guhertin, ew dengên xwe nadin projeyasaya budçeyê.