Serok Barzanî bi polîtburoya PDKê re civîn li dar xist
PeyamaKurd - Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 19ê Nîsanê bi seroktiya Serok Mesûd Barzanî û bi amadebûna endamên Polîtburoyê civînek lidar xisit.
Berdevkê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, di civînê de pêşhatên dawî li ser rewşa navxweyî yên Herêma Kurdistanê, nirxandina hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna vîrusa korona û rêkarên hikûmetê girtine hatin guftûgokirin.
Mehmûd Mihemed got, di civînê de guftûgo li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mustefa Kazimî, tekezîkirina li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û mafên yasayî û darayî yên xelkê Kurdistanê hatin kirin, ku pêwîst e di kabîneya bê de li ber çav were girtin.
Herwiha Mihemed diyar kir, ji bo çareserkirina pirgirêk û nakokiyan jî ew diyalogê wekî baştirîn çareserî dizanin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin