Civata Serkirdatiya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî dicive

01 June 2019 10:33 0 dîtin
Civata Serkirdatiya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî dicive

PeyamaKurd - Civata Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) qonaxên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmetê û rewşa navçeyên Kurdistanî gotubêj dike.

Çavkaniyekê ji medya Kurdistanê re ragihand ku îro Civata Serkirdatiya PDKê bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî dicive.

Di civînê de qonaxên pêkanîna Kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û awayê sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê û rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê dê werin gotubêjkirin.

Wê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, dê gotubêjkirina rewşa Îraqê û guhertinên navçeyê, mijareke din a wê civînê be.