Îro Civata Wezîrên Herêmê bi serokatIya Mesrûr Barzanî dicive

02 October 2019 10:13 0 dîtin
Îro Civata Wezîrên Herêmê bi serokatIya Mesrûr Barzanî dicive

PeyamaKurd - Çavkaniyeke ji Civata wezîrên Herêma Kurdistanê ragihand, îro Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive û tê çaverêkirin ku di civînê de ev mijar bêne gotubêjkirin:

  • Tekezkirin li ser parastina belgenameyên fermî ji aliyê fermanberên hikumetê ve.
  • Mijara qer û pabendên darayî yên dikevin stûyê hikumeta Herêma Kurdistanê.
  • Gotûbêjkirin li ser pêşnîyaza wezareta xwendina bilind û vekolînên zanistî bo damezirandina sê yekemên tevaya zankoyên hikûmî bo sala xwendina 2015-2016an.
  • Danana mekanîzmeke pêwîst bo dabînkirina desteberên karkeran û dana pereyê pişikdarîyên karkeran.