Civata wezîran îro bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive
PeyamaKurd – Biryar e îro Civata Wezîrên Hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bicive û çend pirsên giring gotûbêj bike.
Li gor zanyariyên berdest di civîna îro ya Civata Wezîran de, pirsên rêxistina kilêşe û karûbarên Wezareta Pêşmerge, biryarên Dadgeha Fedral, projeyên çareserkirina aloziyên Îraqê, wek pirojeyasa ya Komisyona Bilind a Hilbijartinan û pirsa hilbijartina pêşwext a civata wezîran û bidawîxistina hilbijartina civata parêzgehan gotûbêj bike.
Piştî wê pêla nerazîbûn û xwenîşandanên ji meha borî ve li Bexda û çend bajarên Îraqê destpê kiriye û heya niha berdewam e, serokatiya komara Îraqê, projeyek bo damezirandina komisyoneke nû ya hilbijartinê û hilbijartina pêşwext amade kir.
Duhî jî hikumeta Bexdayê herdû pirojeyasa pesindkirin û biryar e bişîne parlemanê bo pesendkirina wan.
Ji aliyeke din ve, Civata Nûnerên Îraqê, komîteyek bo hevwarkirina destûra Îraqê pêk aniye. Di asta navxweyî jî de, xwenîşanderên Îraqê, daxwaza guhertina pergala siyasiya Îraqê dikin û Elî Sîstanî, merciyê şîeyan, duhî di ragihandinekê de piştîvaniya xwe nîşan da bo daxwaziyên xwenîşanderan û ragihand, serokatiyên niha yên Îraqê cidî nîne li bersivdana daxwaziyên xelkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin