Serok Barzanî bo Fraksiyona PDKê: Bergiriyê li mafên hemû hemwelatiyan bikin!

01 September 2019 16:44 0 dîtin
Serok Barzanî bo Fraksiyona PDKê: Bergiriyê li mafên hemû hemwelatiyan bikin!

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro yekşemê bi Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê re civiya.

Li gorî malpera fermî ya Serok Barzanî di civînê de ku bi mebesta raguhertina li ser pirsên siyasî û guftûgokirina pêşhat û guhertinên dawî ya Iraqê hatin axaftin.

Serok Barzanî gotarek pêşkeş kir û ronahî xiste ser girîngiya rola parlementerên Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê bi navê bergirîkirina li mafên rewayên gelê Kurdistanê û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste wekî çawa bergirî li mafên gelê Kurdistanê dikin bi heman awayî jî bergirî li mafê hemwelatî û nîştecihên parêzgehên Iraqê bikin.

Di beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî nêrîna xwe ya di derbarê çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda ji bo amadebûyan şîrove kir û di derbarê çawayiya karkirin û peywendiya li gel aliyên siyasiyên Iraqê şîret û rênişanderên pêwîst xisterû.

Endamên Fraksiyona PDK li Bexdayê jî têbîniyên xwe yên di derbarê rewşa siyasî û karê Parlemenî li Encûmena Nûnerên Iraqê xisterû û tekez li ser pêwîstiya hebûna hevhelwêstî û hemahengiya di navbera fraksiyonên Kurdistaniyan kir, bi taybet li ser wan babetên peywendî bi maf û berjewendiyên xelkê Kurdistanê ve heye.