Îro fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê dicive
PeyamaKurd – Îro fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê ji bo beşdarîkirin û dengdana berbijêrê Serokomarê Iraqê dicive.
Li gor zanyariyan, îro 12.10.2022yê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê dicive ku helwêstê xwe yê dawiyê derbarê civîna îro ya Parlamentoya Iraqê û dengdana ji bo berbijêrê Serokomarê Iraqê diyar bike.
Herwiha biryar e îro Parlamentoya Iraqê ji bo dengdan û zelalkirina Serokomarê Iraqê bicive. PDK û YNK derbarê berbijêrê hevbeş rêkneketine. Lê do fraksiyona Dewleta Yasa ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike got; pêşwazî li destpêşxeriya PDKê dikin, ji ber vekişandina berbijêrê xwe û dengdana ji bo Letîf Reşîd ku bibe Serokomarê Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin