Parlamentoya Iraqê li ser çend mijarên girîng dicive
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 27ê Cotmehê roja Yekşemê Parlamentoya Iraqê li ser çend projeyasayên girîng wê gotûbêjan bike.
Li gorî ragihandina Dîwana Serokatiya Parlamentoya Iraqê, biryare îro li demjimêr 13:00 Parlamentoya Iraqê bicive.
Dİ lîsteya gotûbêjên civînê de jî çend projeyasa hene ku di nav wan de projeyasaya lêborîna giştî û projeyasaya nûjenkirina rewşa kesî ya bi jimare 188 a sala 1959ê jî heye. Di projeyasaya rewşa kesî de mijara zewaca bi zarokên keç re jî heye ku gelek sazî û rêxistinê navdewletî yên mafparêz vekişandina wê projeyasayê ji Iraqê kiribûn.
Herwiha mijarên hilweşandina çend biryarên encûmena bilind a şoreşê ya taybet ji bo vegerandina mulkên dagirkirî ji xwediyên wan re jî heye ku di serdema rejîma Beas de dest guherî bûn. Ev mijar jî bi taybet ji aliyê Kurdên navçeyên Kurdistanî ve ji nêzîk ve tê şopandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin