Zankoya Moskova bo besa Kurdî bang li Hewlêrê kir
PeyamaKurd- Akademîsyenê Kurdî yê zankoya Moskovayê yê bi navê Vedîm Mekarînko ragihand; eger hukumeta herêma Kurdistanê alîkariya wan bike, wê karibin beşa Kurdî di zankoya xwe de vekin. Vedîm Mekarînko, bi salaye di zanistiya Kurdî de xebatê dike. Mekarînko weha got:
“Eger hukumeta Kurdistanê alîkariyê bike, em dikarin li Zanko ya Moskovayê lîsans, master û di seha doktorayê de beşa Kurdî vekin. Di zankoya me de Kurdolojî niha weka seha pisporî tê xwendin û ne beşeka bi serê xwe ye. Hem em dixwazin pirtûkaxaneyeka pirtûkên bi zimanê Kurdî vekin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin