Rêveberên Partiya DEVAyê, serdana malbata Senyasar kir

29 May 2022 19:28 0 dîtin
Rêveberên Partiya DEVAyê, serdana malbata Senyasar kir

PeyamaKurd-Rêveberên Serokatiya Bajêr a Partiya DEVAyê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, serdana malbata Şenyaşar kir. Serokê bajêr ê Partiya DEVAyê da ragihand ku ew ê li hember bêdadiya li dijî malbata Şenyaşar, bêdeng nemînin.

Malbata Şenyaşar, 447 roj in ku nobeta xwe ya edaletê didomîne. Rêveberên ji Serokatiya Bajêr a Partiya DEVAyê ya Rihayê, îro çûn serdana malbata Şenyaşar û piştgiriya xwe ji bo daxwazên wan ragihandin.  Serokê Partiya DEVAyê yê Rihayê Ahmet Tuysuz da zanîn ku ew ê li hember vê bêdadiyê bêdeng nemînin û heta ku edalet bi cih were, ew ê dengên  xwe bilind bikin. Rêveberên Partiya DEVAyê ragihand ku destên wan di destên malbata Şenyaşar de ne û heta ku edalet bi cih were, ew ê destên ferdên malbatê bernedin.

Li navçeya Sirûcê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, di 14ê Hezîrana 2018an de xizim û parêzvanên Parlementerê Ak Partiyê yê Rihayê Îbrahîm Xelîl Yildiz, hevjîn û cotek lawên Emîne Şenyaşar kuştibû û ji 9ê Adara 2021an bi vir ve ye, nobeta Emîne Şenyaşar a lêgerîna edaletê didome.