Rêveberên Yeni Yasamê Mehmet Ferhat Çelik û Aydin Keser hatin berdan
PeyamaKurd – Gerînêndeyê Giştî yê rojnameya Yeni Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik, Midûrê rojnameyê Aydin Kesel bi mercê kontrola edlî hatin berdan.
Derbarê her sê rojnamegeran de biyar hat dayîn û li gorî wê yekê Gerînêndeyê Giştî yê rojnameya Yeni Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik, Midûrê rojnameya Yeni Yaşamê Aydin Keser û nivîskarê rojnameya Yeniçagê Murat Agriel bi mercê kontrola edlî hatin berdan.
Yeni Yaşam gazetesi Genel Yayın Yönetmeni Mehmet Ferhat Çelik, Sorumlu Müdürü Aydın Keser ve Yeniçağ gazetesi yazarı Murat Ağırel adli kontrol kararıyla serbest kaldılar.
— ahmet şık (@sahmetsahmet) March 6, 2020
Ev yek di demekê de ye ku rojnamevan li Tirkiyê rastî zext û fişar, desteserkirin, girtin û sizadanan tên.
Herî dawî peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk Yildiz ku 29ê Sibatê li dema ji bo şopandina nûçeyan li Edîrneyê bû hatibû desteserkirin, duh li Enqerê derxistibûn pêşberî dadgehê û biryara girtina wî hatibû dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin