Li Brukselê di êrîsa çekdarî de 2 kes mirin
PeyamaKurd – Li payîtexta Belçikayê li Brukselê seet di 19.15an de bi wextê Belçîkayê, kesekî li ser motorsîkletê li Meydana Sainctelette li kolanekî nêzî wê li ser kolanê biçek li xelkê xist, paşî ji motorsîkleta xwe daket û di avahiyekî de xwe wenda kir.
Di encamê de 2 kes mirin û kesên mirî di çarçova pêşbirka EURO 2024an de ji bo pêşbirka tîmên Belçîka-Îsveçê bişopînin ji Îsveçê çûbûn Brukselê.
Di bûyera ku 5 km nêzî stadyûma Qral Baudouinê çêbû, nehat ragihandin bê çend kes birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin