Li Diyarbekirê êrîseke çekdarî çêbû: 2 kes hatin kustin û 3 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê, erîşeke çekdarî çêbû û di encamê de, 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, li navçeya navenda Rezan, li dijî otombîleke ku 5 kes tê de bûn êrîşeke çekdarî hat kirin û di encama êrîşê de ji heman malbatê 5 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên cendirme şandin cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve ji bo nexweşxaneyeke taybet hatin veguhestin, lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê 2 kesan can dan.
Herwiha hat zanîn, piştî midaxeleye destpêkê li nexweşxaneya taybet, 2 birîndar ji bo Nexweşxaneya Pizîşkî ya Zanîngeha Dicleyê hatin veguhestin û birîndarek jî bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil hat veguhestin û hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina êrîşkaran dest bi xebatê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin