Li gundekî bajarê Hewlêrê êrîseke çekdarî çêbû: Zilamek hat kustin û kurê wî jî birîndar bû

06 June 2022 12:10 0 dîtin
Li gundekî bajarê Hewlêrê êrîseke çekdarî çêbû: Zilamek hat kustin û kurê wî jî birîndar bû

PeyamaKurd – Li gundekî bajarê Hewlêrê êrîşeke çekdarî çêbû û di encamê de zilamek hat kuştin û kurê wî jî birîndar bû.

Li gor polîsê Hewlêrê diyar kiriye, şeva borî li gundê Areb Kendiya Nû yê Hewlêrê di encama êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin û kurê wî jî birîndar bû.

Herwiha Polîs eşkere kiriye, ew kesê ku hatiye kuştin Pêşmerge û 38 salî û navê wî jî Herêm Îbrahîm Salih bûye, navê kurê wî jî Helo Herêm (16 salî) ye.

Zanyarî destnîşan dikin, qurbaniyên wê êrîşa çekdarî xelkê bajarê Kelarê bûne, lê ji ber dijmindariyê demek bû barkiribûn Hewlêrê.