4 xebatkarên tenduristiyê di êrîseke çekdarî de hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibehê li rojhilatê Afganistanê di êrîşên cûda de 4 karmendên tenduristiyê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristaiya Afganistanê ragihand, vê sibê di êrîşên plankirî de li rojhilatê welat 4 karmendên tenduristiyê yên tîmên taybet ên derzîkirina zarokan li dijî felca zarokan kar dikirin hatin kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.
12ê Gulana sala 2020an jî li bajarê Deşet Berşê yê Afganistanê komên çekdar êrîşî nexweşxaneyê kiribûn û 24 kes di wê êrîşê de hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin