Bi gumana endamên MLKPne 3 kes hatin zîndanîkirin
PeyamaKurd – Li Îstenbolê bi sedema endamên rêxistina MLKP (Marksist-Leninist Komunist Parti) ne, rêvebiriya asayîşa Îstenbolê beşa îxstîxbarat û TEMê operasyon kirin ser 9 kesan û wan desteser kirin.
Piştî li baregeha asayîşê îfadên her neh kesan sitendin wan birin edliya Çağlayanê û dadgeh 6 kesan serbest berda û 3 kesan şand zîndanê.
Kesên wan şandin zîndanê yên bi navên A.Ö., H.İ. û Ö.A. ne û bi tewana endamtiya rêxistina terorê û kirina propoganda terorê tên sûcdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin