Li Diyarbekirê endamên HDP û DBP jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê vê sibehê li Diyarbekir û navçeyên wê girtin ser mala û 20 kes binçav kirin.
Di nav wan kesan de Hevşaredara Ferqînê ya ku ji kare xwe hatibû dûrxistin jî hat binçavkirin.
Toprak piştî hat dûrxistin di hefsa malê de bû.
Li Batmanê jî girtin ser mala Hevşaredarê Batmanê Mehmet Demir, lê ji ber Demîr derveyî bajêr bû nehat binçavkirin.
Di serdegirtinan de Jîyan Taş û Huseyîn Kaya, endamên Dîwana Serokatiya KCDê, Rojda Bariş, endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa, Naşîde Toprak, Hevşaredara Farqînê ya di hepsa malê de bû û ji wezifeyê hatibû girtin, Yildiz Damla, rêvebera MEBYA-DERê, Leyla Bagatir, endama Meclîsa Partiyê a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Suphî Îzol, endamê Sendîkaya Kedkarên Buroyan (BES) û gelek kes hatine desteserkirin.
Polîsan di saet 04.00ê sibê de bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li navçeya Peyasê girtine. Hatiye diyarkirin, polîsan di serdegirtinê de dest danîne ser gelek pirtûkan û tabelayên KCDê. Lêgerîna polîsan li avahiyê KCDê û li weşanxaneya J&Jê dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin