Li Marasê 70 endamên rêxistina sûcî hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê polîs ji bo ser rêxistinekî sûcî operasyon kir. Di operasyona ser rêxistinê de 70 kes hatin girtin. Sûcên ku endamên rêxistinê kirine jimara wan 43 ne û di nav sûcan de birîndarkirin, tehdîd, xistina hîlê ya nav îhaleyan, gendelî û sûcên weka wan hene.
Operasyon bi serpereştiya serdozgeriya Maraşê hat kirin û li gor ku serdozgerî daye îsbatkirin, sûcdar tevlî sûcên li jorê bûne. Piştî li baregeha asayîşê karên girtiyan biqede, dê wan bibin edliyê derxin ber dadgehê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin