Ji 21 kesên ji ber teqîna Diyarbekirê hatibûn binçavkirin 16 kes hatin berdan

20 December 2022 20:56 0 dîtin
Ji 21 kesên ji ber teqîna Diyarbekirê hatibûn binçavkirin 16 kes hatin berdan

PeyamaKurd – Dadgeha Diyarbekirê li ser teqîna 16ê mehê ya dema derbasbûna wesayîta polîsan teqandina otomobîlekê ji bo 21 kesên hatibûn binçavkirin biryar da.

Li gorî biryara dadgehê, ji 21 kesên ku bi tohmeta teqînê hatibûn binçavkirin, 4 kes hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Dadgehê 16 kesên din ên hatibûn binçavkirin jî bi şertê kontrola edlî serbest berda.

Hatiye diyarkirin ku karê îfade wergirtina kesekî din jî li navenda asayîşa Diyarbekirê dewam dike.

Roja 16ê Kanûna 2022yan danê sibehê, li ser rêya Diyarbekir-Mêrdînê otomobîlek dema derbasbûna minîbusa serwîsa polîsan hatibû teqandin ku 8 jî polîs 9 kes bi sivikî birîndar bûbûn. Rayedarên Tirkiyê ji teqînê PKK tometbarkirin, lê heta niha ti daxuyaniyek derbarê berpirsiya wê teqînê de nehatiye dayîn.