Di doza malbata Senyasar de ji 11 kesên hatibûn binçavkirin 4 kes hatin girtin

24 April 2022 10:58 0 dîtin
Di doza malbata Senyasar de ji 11 kesên hatibûn binçavkirin 4 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Di doza malbata Şenyaşar de ku piştî 4 sal bi ser de derbas bûn, doh 23yê Nîsanê birayê Parlamentarê AKPê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz jî di nav de 11 kes bi daxwaza dozgeriyê hatibûn binçavkirin, biryar hat dayîn.

Piştî îfadeyên 11 kesên ku di lêpirsîna malbata Şenyaşar de hatibûn binçavkirin birayê parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz jî di nav de 4 kes hatin girtin ku 2 kes jî şeva borî bi kontrola adlî hatibûn berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dema hilbijartinên Hezîrana 2018an xizm û pasevanên Parlementerê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn û 2 kes jî birîndar kiribûn.

Dayika Emîne Şenyaşar ku zilamê wê û du kurên wê hatibûn kuştin, ev 412 roj in li ber avahiya Dadweriya Rihayê ketibû nobeta edaletê û daxwaza dozvekirinê û bicihanîna edaletê dikir. Cara yekem 23yê Nîsanê dozgeriyê biryara girtina tohmetbaran daye ku malbata Şenyaşar herwiha dixwaze doza êrîşa li nexweşxaneyê jî bihev bê girêdan.