Malbata Senyasar: Herî zêde kesên rastî bêedaletiyê hatin bi êsa wê dizanin
PeyamaKurd – Malbata Şenyaşar ya ku çalakiya wan li pêşiya Edliyeya Rihayê berdewam dike, peyamek belav kirin û diyar kirin: “Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin.”
Dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyê nekarî îro beşdarî nobetê bibe, Ferît Şenyaşar, li pêşiya Edliyeya Rihayê çalakiyê didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya civakî da zanîn: “Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 445an de berdewam dike. Herî zêde kesên rastî bêedaletiyê hatin bi êşa wê dizanin. Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê jî yên li ber xwe didin pê dizanin. Nobeta me di roja 445an de berdewam e.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, xizm û parastvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14ê Hezîrana sala 2018an de li Sirûcê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kirin û di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Malbata Şenyaşar, bi mebesta darizandin û girtina kujeran, di 9ê Adara sala 2021an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbatê di roja 445an de jî berdewam kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin