Du kesên din ji doza komkujkirina malbata Kurd a Konyayê hatin girtin

07 October 2021 15:09 0 dîtin
Du kesên din ji doza komkujkirina malbata Kurd a Konyayê hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji doza kuştina nijadperestî ya 7 endamên malbateke Kurd li navçeya Meram a bajarê Konyayê 30yê Tîrmeha 2021ê rû dabû, du kesên din hatin girtin û hejmara girtiyan bû 13 kes.

Di êrîşa 30yê Tîrmeha 2021ê ya nijadperestên Tirk bi ser malbata Kurd a ji Qersê de, endamên malbatê Yaşar, Îpek, Serpîl, Serap, Sîbel, Metîn û Bariş Dedeogullari ango 7 kes hatibûn qetilkirin.

Têtîkêşê malbata Kurd Mehmet Altun piştî êrîşê reviyabû û roja 4ê Tebaxa 2021ê hatibû girtin. Beriya niha Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû 11 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.

Serdozgeriyê ragihandiye ku 2 kesên din ji doza kuştina malbata Dedeogullari hatine girtin û hejmaara girtiyan bûye 13 kes.

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrîşî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê wan.

Tevî ku berê endamên malbatê dabûn xuyakirin ku ji ber kurdbûna xwe rastî êrîşan tên jî serdozgeriyê û berpirsên deshilatdariyê red dikin ku bûyer bi sedemeke nijadperestî rû daye.