Doza malbata Kurd: ‘3 malbatên dijî Kurdan, bi qatilekî kirêkirî malbata me qir kirin'
PeyamaKurd – Îro 14ê Kanûna 2021ê yekem rûniştina doza kuştina nijadperestî ya 7 endamên malbata Kurd li navçeya Meram a Konyayê pêk hat. Ji bilî parêzerên malbatê û baroyên Bakurê Kurdistanê, nûnerên Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) û saziyên sivîl ên mafên mirovan jî beşdarî rûniştina dadgehê ya li Konyayê kirin.
Di rûniştina îro ya dozê de, qatilê bi navê Mehmet Altun tenê girtî tê darizandin û 11 kesên din ên bûne sedema kuştina malbatê jî bi awayekî serbest têne dadagehkirin.
‘Bûyer ji aliyê 3 malbatan ve hatiye organîze kirin’
Di rûniştina îro ya dadgehê de, Çetîn Dedeogullari ku tenê ew ji komkujiyê rizgar bûye axivî û got: “Ez dizanim ev qetlîam bi sûcekî organîzeyî hatiye kirin. Dema van malbatan êrîşî malbata min kirin, xwestin min bikujin, birayê min di komayê de bû. Destê birayê min şikestiye. Lê nikaribûn me bikujin. Lê gava yek bi yek hatin berdan, Mehmet Altun wek qatilê kirêkirî ji xwe re girtin û şandin ser me. Organîzatorê qetlîamê Alî Keleş e. Min berê wî nas nedikir, lê ew derewan dikin. Dibe ku bavê min bi cîranê xwe re xirecirê kiribe, lê di 12’ê gulanê de hatin me bikujin. Lê belê dozger hemû yek bi yek serbest berdan û kujer Mehmet Altun girtin û malbata min qetil kirin.”
Dedeogûllari diyar kir: “Mehmet Altun dibêje ku malbata min hereket jê re kiriye. Bila nîşan bide ka di kîjan kamerayê de heye. Wî baş li dersa wî dane xebitandin. Êrîşî malbata min kirin û em qir kirin lê êrîşkar hatin parastin. Ji ber ku ev êrîşkar niştecihên wir in, li qereqolan jî nasên wan hene. Bûyer ji aliyê 3 malbatan ve hat organîzekirin. Malbata min qetil kirin, ez ji hemûyan gilîkar im.”
‘Ji ber Kurdbûnê em rastî gef û heqeratan hatin’
Xwişka Yaşar Dedeogullari ya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye, Ayfer Karasu jî li dadgehê got: “Ji ber em kurd bûn tim heqaret li me dikirin. Heqaret dikirin, tehdît dikirin. Ji ber ku mala birayê min li ser rê bû, kesên diçûn û dihatin heqaret li wan dikirin û çêrî wan dikirin. Ez dixwazim edalet pêk were.”
Xwişka Yaşar Dedeogullari, Filîz Îşke jî da zanîn: "Rojek dema ku ez bi birayên xwe re bûm malbata Keleş û Çalik hatin û bi gotina 'Kurdno em ê we ji vir biqewirînin’. Gef li me xwarin. Ez edaletê dixwazim, gilîkar im.”
Dîsa birayê Yaşar Dedeogullari, Oner Rifatoglu jî got: “Hemûyan jî gotin ku dereng agahiya wan ji qetlîamê çêbûye. Bila destên xwe deynin ser wijdanê xwe. Em wek qurban hilbijartin. Ew derewan dikin. Gelo dê edalet pêk were? Çi pêwîst be bila bê kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin