2 kesên êrîsê malbata Kurd kirin hatin zîndanîkirin
PeyamaKurd – Ji 3 kesên ku li bajarê Mersinê êrîşê malbata Kurd ya başûrê Kurdistanê kiribûn derketin ber dadgehê û 2 ji wan hatin şandin bo zîndanê. Tewana her du kesan ‘teşebusa qesdî ya kuştina mirov’, ‘zerardayîna mal’ û ‘teşwîqkirina xelkê bo kîn û nefretê’ ye. Kesê sêyem bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Darizandina wan li dadgeha navçeya Anamurê ya bi ser bajarê Mersinê de hat kirin. Kesên hatin zîndanîkirin bi navên M.F.O. û M.B. ne. Yê serbest hat berdan S.O. ye.
Malabata Kurd yê Kurdistana Başûr li Mersinê li wan fetlanekên navçeya Bozyazıyê, di dema bo geryanê diçûn Antalya, ji aliyê otomobîleka ku 3 kes tê de bûn hatibû êrîşkirin û Kurdê bi navê Muştaq Mehmûd Kerîm giran birîndar kiribûn.
Li ser nerazîbûna rêvebiriya Başûrê Kurdistanê û raya giştî ya Kurdên bakûr, rêvebiriya Tirkiyê dest danî ser mijarê û encama li jor derket. Li gor îfadê şahidê bûyerê, piştî li Muştaq Mehmûd Kerîm xistin di ser de îşareta Bozkurt an ku ya faşîstan kiribûn û ji ciyê bûyerê çûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin