Parêzgeriya Îzmîrê: 15 kesên êrîsê leskerên DYAyê kirin, hatin desteserkirin

02 September 2024 21:34 0 dîtin
Parêzgeriya Îzmîrê: 15 kesên êrîsê leskerên DYAyê kirin, hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li ser bûyera ku li bajarê Tirkiyê li Îzmîrê hinek kes çewal xistibûn serê leşkerê DYAyê, parêzgeha Îzmîrê daxwuyanî da. Dema keştiya DYAyê li lîmanê rawestiya, 2 leşkerên derketibûn nav Îzmîrê da wextê xwe derbas bikin û grûbekî Tirk, çewal xistibûn serê wan, li wan dabûn û heqaretê li wan kiribûn.

Li ser mijarê parêzgeha Îzmîrê daxwuyanî da û got:

“15 kesên bûyerê kirine, bi fermana dozgerê nobedar, wan xistin binçav. Li navça Konakê li ser kolana şehîdên Kıbrısê, di 2yê Êlûnê de, seet li dora 16.00an ji endamên Yekîtiya Ciwanên Tirkiyê (TGB) 2 ji wan jin 15 kes êrîşê 2 leşkerên ku cilên sîvîl li xwe kiribûn,grûb êrîşê leşkerên DYAyê kiriye. 5 leşkerên DYAyê yên sîvîl dema ji dûr de bûyerê dibînin, ew jî dikevin nav bûyerê û mudaxele dikin.

Hêzên asayîşê yekser mudaxeleyê bûyerê dikin. Her 15 gumanbar li ser fermana dozgerê nobedar hatine girtin û di bin çav de ne. Lêpirsîna bûyerê destpêkiriye.”

Li ser qewimandinê, balyozê DYAyê ragihand ku niha leşkerên wan yên ketibûn ber êrîşa grûbekî ji 15 Tirkan, niha di ewlehiyê de ne û ji bo mudaxela hêzên asayîşê û destpêkirina lêpirsînê sipasiya Tirkiyê kir.