126 kesên hatibûn binçavkirin ji bo Diyarbekirê hatin veguhestin
PeyamaKurd – Ji bo 126 siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermendên ku doh 25ê Nîsanê li 21 bajaran hatibûn binçavkirin, dadgehê biryara veşarîbûnê derxist û hemû kesên binçavkirî jî bo Diyarbekirê hatin veguhestin.
Doh 25ê Nîsanê bi biryara Serdozgeriya Diyarbekirê, li 21 bajaran operasyoneke binçavkirinê hatibû destpêkirin ku siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend jî di nav de, 126 kes hatibûn binçavkirin. Ji bilî HDPê 33 baroyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bertek ji vê operasyona beriya hilbijartinên 14ê Gulanê re nîşan dabûn.
Serdozgeriyê ji bo kesên binçavkirî biryara qedexekirina hevdîtina parêzer û veşarîbûnê dabû ku piştî 24 saetan biryara qedexekirina hevdîtina parêzeran hat rakirin, lê biryara veşarîbûnê dewam dike.
Hat ragihandin ku li ser biryara dadgehê, wê dadgehkirina 126 kesan li Diyarbekirê birêve biçe û hemû kesên binçavkirî bo Diyarbekirê hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin