Ji 75 kesên hatibûn binçavkirin, 37 kes hatin berdan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji nav 75 kesên ku ji ber lêpirsîna derbarê şahiyên Newrozê de, li 6 bajarên Bakurê Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyê hatibûn binçavkirin, 37 kes ji wan hatin berdan.
Hat zanîn ku 32 kesên li Diyarbekirê hatibûn binçavkirin piştî ku 16ê Nîsanê îfadeyên wan hatin wergirtin, hatin berdan.
Di nav kesên hatine berdan de, Xwediyê Îmtiyazê yê Heftenameya Xwebûn Kadri Esen û rojnamevan Ali Koçer jî hene. Herwiha ji 5 kesên ku ji bo Dadgeha Diyarbekirê hatine şandin, du kesên bi navên Înanç Mutlu û Faruk Azarkan hatin girtin û lêpirsîna li ser 27 kesên din jî dewam dike.
Roja Îna borî li ser daxwaza Dozgerê Giştî yê Diyarbekirê, ji ber lêpirsîneke ser şahiyên Newroza îsal û bi tohmeta propagandeya PKK/KCKê biryara desteserkirina 105 kesan hatibû dayîn û di encama operasyona li 6 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de, ji 105 kesên hatibûn daxwazkirin, 75 kes hatibûn binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin