Li Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 16 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
PeyamaKurd - Li Sêrta ya Bakurê Kurdistanê, 16 kesên di 15ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li Sêrtê, 16 kesên ku roja 15ê Tebaxê de, di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Her şazdeh kes piştî ku gotinên wan ên li emniyetê hatin girtin, sewqî Edliyaya Sêrtê hatin kirin. Li edliyeyê jî piştî ku jê hêla dozger ve gotinên wan hatin girtin, hatin berdan.
Kesên hatine berdan û navê wan wiha ne: Adalet Ozer, Nevzat Elçî, Mahsûn Polat, Mehmet Şefîk Bîlenç, Muşerîf Dalkiliç, Saît Ozbay, Kemal Cengîz, M. Şîrîn Altan, Şevket Dalkiliç, Şefîk Bîlen.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin