Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 243 kesên din ji koronayê mirin
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, tabloya 12ê Îlonê ya rewşa 24 saetên dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî tabloya îro Yekşemê, li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de 243 kesên din ji ber koronayê can dane û 21 hezar û 352 kesên din jî pê ketine.
Koca li ser twitterê diyar kir ku sedema zêdebûna pêketinên koronayê îhmalkarî ye û car din hişyariya pabendbûna bi tedbîran anî ziman.
Herwiha daxwaz ji hemwelatiyan jî kir dozên tam ên derziyên koronayê li xwe bidin, lewra xeterî dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin