Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 228 kesên din ji koronayê mirin

26 September 2021 23:09 0 dîtin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 228 kesên din ji koronayê mirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Tirkiyê amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî tabloya Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ya 26ê Îlonê, 25 hezar û 861 pêketiyên din ên koronayê hatine tomarkirin û 228 kes jî pê mirine.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca careke din daxwaz ji xelkê kir ku maskeyan bi kar bînin, mesafeya fizîkî li ber çavan bigirin û derziya koronayê li xwe bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye di tabloya 25ê Îlonê de jî 26 hezar û 145 pêketiyên nû yên Covid-19 û 193 wefat hatibûn eşkere kirin.