Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 213 kesên din ji koronayê mirin, pêketin jî zêde bûn
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê tabloya 19ê îlonê ya rewşa vîrus koronayê eşkere kir.
Li gorî tabloya îro Yekşemê di nav 24 saetên borî de, li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê 26.398 pêketinên nû û 213 wefat hatin tomarkirin.
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca derbarê tabloya dawî de got, “Heger hejmara pêketiyan wekî ya hefteya dawî berdewam bike, em ê nikaribin pêşiya zêdebûna mirinan bigirin. Hefteya dawî hişyariyê dide me.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin