50 kesên li Silopiya hatin binçavkirin serbest hatin berdan

08 November 2022 00:27 0 dîtin
50 kesên li Silopiya hatin binçavkirin serbest hatin berdan

PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li navça Silopiya li ser gotina ku artêşa Tirkiyê li hemberê PKK ê li gundê Tilqebînê çekên kîmyewî bikaraniye, gelek kes meşiyabûn û bûyerê protesto kiribûn. Hêzên asayîşê li ser mijarê 50 kesî xistibûn binçav. Di meşê de ji rêxistin û partiyên sîvîl gelek kes hebûn. Di nav wan de DTK, TJA, DBP, HDP, meclisa dayîkên aştiyê, MED TUHAD-FED, MEBYA-DER, MKM û hinek rêxistinên din hebûn.

50 kesên binçavkirî birin fermandariya cendirma ya Silopiya. Piştî cendirme îfadên wan sitend, wan bir dadgehê, dadgeh îfadên wan girt û wan serbest berda.